Ziman nasîne?
Ziman nasîne?
Helbest: Hasan Kordede
Ger çi dibî bila bibî
bo zimanê xwe li kar be
Weka dara wê sewlî yê
Sal dazde meh şîn l'dar be
Ku ziman çû dibî bejah
Dil ji xebatê tu sar be
Ew vîna te dibî derew
Dijmin b'hêsanî te siwar be
Bav û kalan rast bindest bûn
Sama ziman li neyar be
Lê bi ziman ew serbest bûn
Dijmin ji dest wer neçar be
Dibistana mey sereke
Dêk û bavin ku hişber be
Fêrbin zarok dev bernedin
Dijmin bi xwe tar û mar be
Ta ku'b ziman neçî neyar
Ji vê jînê her bê par be
Tekoşîna te hêsane
Lê bê ziman tim neçar be
Serî hilde bêje kurdim
Wê cîhan tev l'te guhdar be
Tevî ku'l malê razay bî
Wê hamber te hesab dar be
/08/07/2024-Serzorî
Helbestvan Bêçarê Kurd
--------------------------
Ji vê dinê poşmanim?
Ji herdu biskan barîn xunav
Ew rondîkên ku têtin ji çav
Li ser dêman dikirin silav
Bi hêvîme ji wan tim bi lav,
Bi hêvîme ku ji wan ken bêt
Dil ji ahîna her dem dirêt
Cêca bê bextî yê min dibêt
Ji kora dê û teresê bav,
Te vepincirand va dilê sew
Xwîn jê dirêt te nekir di kew
Çav maliq man wa nedîtin xew
Heş û raman ji hev bûn belav,
Te wekî dînan gerandin ez
Di gorîstan ê gîhandim ez
Mirnam dûr bû te hanî bi lez
Te xapandim bi wê vîna xav,
Bi arê vînê te kewandim
Ne ez girtim û ne revandim
Weka done te ez hilandim
Dame berbirê û li ber tav..
Çav mam li rê bendî hatinê
Çiqas nêrî xeyal jî tinê
Poşman rabûm ji hatna dinê
Ma gunehe tu vedî çend gav..
04/07/2024-Serzorî
Helbestvan Bêçarê Kurd
------------------------------------
Ji bo te giş erzanî?
Ketim bîra bê biní
Min dî ku tu dikení
Ber goristanê diçim
Dev berdim dinya fanî..
Dev berdim ji wê vînê
Dagirim wê ji kînê
De bese doşke xwînê
Tu bi yarê nikanî..
Yara te poz bilinde
Kevoka nava gunde
Şepale mûm û finde
Li min tarî ye xanî..
Bi min reş kir ev jiyan
Erzan kir bi min giyan
Wê xarin soz û peyman
Lê ew bi min baş zanî..
Bê şerm û bê fedî ye
Nav gund da bê xudî ye
Ên wek min ku ew dî ye
Ketine mal wêranî..
Ketine rêk bê veger
Çiqasî dikin tevger
Ji bo wê her timî şer
Sînorek li me danî..
Sînorî bi qorî ye
Hem lore hem torî ye
Zaza ye hem sorî ye
Ji minre wek sîwanî..
Text û taca te hildim
Bi xwînê çava kil dim
Wek bilbil jîn bi gul dim
Ji bo te giş qurbanî..
Ji bo te feda karim
Bi vî dilî nikarim
Ji vî warî tew narim
Her tişt da te erzanî..
30/06/2024-Serzorî
Helbestvan Bêçarê Kurd
XELAT