Eyd Cejna Tawus î Melek
Nivîskar: Orhan Basî
Çarşema Serê Nîsanê bi xwe cejna Tausî Melek e. Wê rojê Tausî Melek bi xwe dahir bûye, ser rûyê erdê. Xêr û xweşî ketiye ser erdê.
Gul û kulîlk vebûn e, cîhan bi çil rengê delal hatiye xemilandin, ji wê roje û pê de heta roja îro, herdem di destpêka nîsanê cîhan bi çiqas giyayê hene, tê nexşandin.
Lewma Nîsan, di baweriya Êzdîyan de, ji hemû mehên salê re,wek bûka salê tê qebûlkirin. Çarşema nîsanê ji me êzdîyan re, cejneke gelekî ferz û pîroz e.
Eyd Cejna Tawus î Melek
Roja pîroz Çarşema Qer,
Tirêjên Şems xweda ser,
Nîsan wek bukê xemiland,
Rengî zer ,sor,sipî her der...
Tawusê minî Enqere,
Afirand Çarşema Qere,
Bi rengê Sor,Sipî,Zere,
Bişkivî,xemiland seran sere...
Çavê nezana bi xwe kore,
Carşema meye Sore,
Cejna Tawus î Meleke,
Xafil li me îro dikin zore...
Carşem rengê sor û sipîye,
Bixwe Cejna Siltan Êzîye,
Der û cinar nezan û xafila,
Hemû tiştê Êzdahîya dizîye...
Serê Quba renga dixemlîne,
Dayîk bi tilîlîya di tilîlîne,
"DIRA" Tawus î Melek e.
Sipî Zer û sor,ê,rengine...
Rengê zer nîşana roja zêrîne,
Sipî pêsîr û toqa mêrê Êzîne,
Sor lesp kincê, Siltan Êzîyê Sore.
Êzdîxan îro nehiştin heq û mêzîne...
Dest bidin hev mil bi mila,
Rê nedin nezan û xafila,
Hemû cejn û îda we birin,
Bi xapandin bi fen û fitila...
Ji Xwedê û Tawus î Melek daxwaz dikim ku ticara ji dilê we şahîyê û ji rûyê we kên kêm ne ke.dara tifawqê û xiretrê her geş be
Çarşama serê nîsanê, Çarşema Sor an ji binavek din Çarşema Qer di serîde li bawermendê Êzdî û li tevahîya mirovatîyê pîroz be.
XELAT
