Hunermend û Mûzîkjena Fransî Albûmek Bi Kurdî Derxist

Hunermend û mûzîkjena Fransî (Eléonore Fourniau), yekem albûma xwe ya bi kurdî bi navê (Neynik) belav kir. Bi gotina (Eléonore Fourniau) piştî xebata çar salan kariye vê albûmê derxe.

Albûma wê ji 12 stranên kurdî pêktê û di vê albûmê de wê cih daye gelek stranên gelêrî yên kurdî.

Di hevpeyvînekê de li gel rojnameya gazete Duvar re hunermend û mûzîkjena Fransî (Eléonore Fourniau) bi kurmanciyeke zelal diaxive û radighîne ku albûma wê ya bi navê (Neynik) bi kurmancî stran gotine û xwe wek neynika kurdan dibîne ku gelê kurd jî xwe têde dibîne.

Mûzîkjena Fransî Eléonore Fourniau diyar jî dike ku stranên kurdî û erdnîgariya Kurdistanê bala wê kişandiye û hezkirina wê çêbûye ku stranên kurdî yên kurmancî bibêje. Her weha zêdetirî 500 stranên kurdî guhdarî kirine ku kariye dest bi stranan bike.

Hunermend Eléonore Fourniau dibêje ku ew ketiye bin bandora Stranên hunermendên kurd (Seîd Gabarî û Seîd Yûsif) û albûma wê ya nû de jî stranên wan hunermendan gotine.

(Eléonore Fourniau) stranbêj û muzîkvaneke fransî ye sala 1987`an li Fransayê ji dayîk bûye û bi kurdî, tirkî, ermenî û lazî stran û muzîka xwe berdewam dike.

 Eléonore Fourniau bi taybetî bi karê muzîka xwe yê bi kurdî hatiye naskirin. di adara sala 2024an de albûma xwe ya yekem a bi navê Neynik derxistiye.

Bav û diya Eléonore Fourniau li ser Asyaya Navîn lêkolîn kirine. Fourniau ji 11 heta 14 saliya xwe li Taşkent, Ûzbêkistanê jiyan dike û li wir fêrê pîyanoya klasîk dibe. Di salên 1980î de malbata wê li Tirkiyeyê dijîya. Eléonore Fourniau zimanê rûsî û dîrok xwendiye, di sala 2010an tê Tirkiyeyê û li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê perwerdeya xwe dewam dike. Li Konservatuara Stenbolê xwendekarên kurd nas dike û bi wan re komek muzîkê bi navê Koma Esman ava dike.

Xwesteka Eléonore Fourniau ji bo ji muzîka kurdî çêdibe û li gorî vê meraqê ji gelek muzîkvanan perwerde werdigire û beşdarî kursa muzîkê dibe.

Di sala 2019`an de wê li Montrealê bi muzîkvanên Kurdistanê rojhilat re stranên kurmancî û soranî pêşkêş kirine. Fourniau bi van muzîkvanan jî li Festîvala Ruhê Pîroz a Cîhanê (World Sacred Spirit Festival) li Hindistanê derket ser dîkê. Hunermend Fourniau li Fransa, Almanya, Belçîka, Swîsre, Swêd, Fînlenda, Spanya, Tirkiye, Mexribê, Hindistan, Qirgizistan, Kanada û Awistiralyayê konseran daye.

Eléonore Fourniau di sala 2022an de beşdarî şahiya Newroza sala 2022an a Amedê bûye.

Fermo di vê hevpevîna bi kurmancî li gel Gazete Duvarê guhdarî (Eléonore Fourniau) bikin…

 XELAT