PESNÊ HUSNA YARÊ - Baqî Berûkî

PESNÊ HUSNA YARÊ - Baqî Berûkî
Helbestvan: Baqî Berûkî
Ya Rebb ew çi husn e çi cemal e, şibhê hilal e
Ez nizanim çi pesnê bidim, çawa bikim qal e.
Bejn lewend e çav ji find e, gula Baxê Îremê
Barekellah, ew çi qamet elîf û çi şepal e.
Dêm wek heyva çardeh şev e, rêya min dike ronî
Ew dema derdê xwe vebêjin, bo min xweş heval e.
Yek bi yek li ser mil berdane, zulfên xey û herîr
Bê cezbe dilerzin, wekî mirîdê Şêxê kal e.
Xalek wal gerdenê, du bust û çar tilî hêj kêm e
Min xwest da gez biçimê, lê min ne pişt e ne pal e.
Netrikên zêr û zîv, li ser enya kever kirne rêz
Zendê zer bazin û lewendî, pî tijî xirxal e.
Çavên reş eynûlheyat in, ava zemzem jê dizê
Neşêm têr jê vexwim, lew ketime halek melal e.
Ebrû ser çavan qewseyn in, bijang wek tîrê kevan
Xet û xemzeyên dêmê, ji qelema Zulcelal e.
Sînga spî ji sedef û elmas e, zîv neqişandî
Çohtê memkê wê balete ne, ew bo min helal e.
Bejna lewend ter û nazik, wek rêhana ta belev
Çil salin nobedarê wê me, fida bit ser û mal e.
Welleh billeh tilleh, ez evîndarê wê Canê me
Ji kerba wê dinalim, lew bûm şairek delal e.
Ew yara hinde Baqî pesnê wê dikit qîl û qal
Ger bixwazin binasin, ew Kurdistana delal e.
29/08/2023. Sêrt.
Xelat