Bêguman ez agir im
Bêguman ez agir im
Friedrich Nietzsche (1844 – 1900)
Ji Almanî: Husên M. Hebeş (Hussein Habasch
Li vir zêr digindirin
Li vir zêr digindirin,
li vir ez bi zêran dilîzim-
Lê ya rast ew e ku zêr bi min dilîzin-
û yê digindire ez im!
Merdî
Tu li kuderê bî
Kûr bikole
Kanî li jêr re!
Bihêle mêrên xemgîn biqîrin:
Li jêr her dem dojeh e!
Ev e mirov
Belê!
Ez dizanim ji kîjan kokê me
Birçî me wek Alafê
Vêdikevim û vedimrim
Destê xwe bi çi dikim dibe ronahî
Çi li şûn xwe dihêlim dibe komir
Bêguman ez agir im.
Sirûda serxweşiyê
Ey mirovo! baldar be
Kûraniya nîvê şevê çi dibêje?
Ez razam, ez razam
û ji xewneke kûr hişyar bûm
Cîhan kûr e
Kûrtirî ji gumaniya rojê jê re
Êşên we kûr in
Şahiye- lê ji êşên dil kûrtir e
Êş dibêje: biçe!
Her şahiyek dixwaze hemdemî be
Kûr dixwaze
Hemedemiya kûr!
Zîrekbûna cîhanê
Li zevîyeke dûz nesekine!
Pir hilnekşe jor jî.
Nirîna herî baş ji cîhanê re
Ew nirîna ji nîv bilindiyê de ye.
Kaj û brûsk
Bilind mezin bûm, ji mirov û dewaran bilindtir
Dipeyivim- lê ti kes bi min re napeyive
Di tenahiyê de mezin û bilind dibim
Li bendê me- lê li benda çi me?
Cihên ewran nêzîkî min in
Li benda brûska destpêkê me.
Zanetî diaxife
Hişk û nerm, sert û tenik,
Kedî û ecêb, gemar û pak
Soza dîn û zana:
Ev tişt hemû ez im
û dixwazim di eynî demê de
Kevok, Mar û Beraz bim.
Nivîsandina bi lingan
Ez ne tenê bi destê xwe dinivîsim
Lingê min jî dixwaze pê re binivîse
Di cih de, bi azadî, bi merdî, min digerîne
Carina di nav zeviyan re
Carina jî di nav pelan re.
Gulên min
Belê! şahiya min tu dixwazî şahiyê bidî
Belê her şahiyek dixwaze şahiyê bide!
Hûn dixwezin gulên min jê bikin?
Divê hûn di nav zinar û stiriyên sencê de
Xwe xwar bikin û veşêrin
Pir caran tilî dê xwe dirêjî we bikin!
Şahiya min- ji henekan hez dike
Şahiya min- ji jîrbûnê hez dike!
Hûn dixwazin gulên min jê bikin?
Xelat /Taybet
