AŞITÎE EDLAYÎ
Helbestvan: Lîda Gerdenzerî
Dinya nîne
bêy bendên baş,
Bi dil rehm,
dil paqîj.
Devken,
zarşêrîn,
xeberxweş.
Bextewarim,
bi mirovên xêrxwaz
bi mirovên aşitî xwaz…
Xêrxwazê miletê xwe be,
Şîrînê dilê evdan be…
Şîrînê dinya pê da,
Ku sosin ber pê şax webide…
Bila,
Dilê neyara,
ji me xwêş ne be.
Bila,
Serê çê bin tepan da nî be.
Bila,
Mirovatî, bi tifaq û hiskirin be.
Bila,
Dergê edlayê,
ber miletê min her tim we be…
Edlayîye,
kanya hiz.
Nîbe mirxwiz,
Bibe mêrxaz.
Wek teyrê baz,
Bi serbilindayî û şanaz.
Xwedanê dîroka kevnar,
Bi kevneşopên awaz.
Û,
bi gavên girîng her car,
ber bi pêşerojek bextewar,
ber bi pêşerojek bextewar…
14.08.2024
XELAT