Jiyana Kurmanca bi mêvandariya hunermendê ji Efrînê (Ekrem Nazî)

Hunermendê navdarê Kurd ji herêma Efrînê (Ekrem Nazî) ragihand, tevî êş û zehmetiyan û jiyana şer û koçberiyê lê wan dev ji çand û kevneşopiya kevin ya herêma Efrînê ku tembûrvaniye bernedaye.

Ekrem Nazî bû mêvanê bernama (Jiyana Kurmanca) ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandin û ji aliyê mamosta Rojîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

Ekrem Nazî, diyar kir ku lêdana tembûrê bi pêçiyan ji bavê xwe Ebdulqadir Hesen Nazî rakiriye ku ew jî tembûrvan bû ye û hêşta bavê wî jî ji kalkê wî Hesen Nazî tembûrvanî biriye.

Bi gotina Ekrem Nazî ew di temenê 7-8 saliya xwe de meraqa xwe ya tembûrê hebûye û lêdixist ji sala 1984-1985`an ve bi awayekî profîsyonelî li tembûrê xistiye û heya niha berdewame û tevlî gelek festîvalên herêmî û navdewletî bûye li welatê Sûriyê ku ew jî li ser navê kevneşopî û kultura Efrînê beşdarî di wan festîvalan de kiriye.

Her weha behsa dîroka destpêkirina kevneşopiya lêdana tembûra bi pêçiyan kir li Herêma Efrînê û diyar kir ku, ev dîrok ji aliyê hunermend (Ebdî Şe`rê û Hesen Nazî) ve destpê kir û piştre jî hunermend Adîk û Îbrahîmê Tirko û Cemîl Horo û Mihemed Elî Tico dûvre Nûrî Şêxo berdewam kirin.

 

XELAT