Qîza Ararat
Helbest: Ayhan Demir
Qîza Ararat
Rojek li te bibim mêvan
Bêje kuro tu xêr hatî
Bixemile kiras fîstan
Ne tu rewşa Araratî
Lêvên mijmijk dev û diran
Sing wek hevîrê hilhatî
Bextê te me bi dil û can
Bide herd sêvên Xelatî
Derbas bibe dem û dewran
Rojên min neke keratî
Bese keçê ax û fîxan
Ez bûm wek Melêyê Batî
Helbestvanê Kurdistanê
Neke yekî dil şewatî
Herkes diçe goristanê
Rojek dimre dibe qatî
11.02.2026
Xelat
