Bibe ji ezmanê min re binbanek
Helbestvan: Rêber Hebûn
Baya bîrêkirina te min diraje
Li serbirên xweziyan
Pişa xema min qulbûyî
mîna eyarşîrkekê dihêle
taku bi pergala berkenê te ve
ji min re derkeve
dema sengerên mij û moranê derbas dike
li ser pesarên deştên me
debdebeya dilşikestinê bilind radibe
taku banga mexzûvaniyê parçe bike
ji mestbûna te yê çûyî re
bihinberdanên min xwe ditewînin
ji baya sar ve penaber bibû.
Felekek vemirî
radibe ji bo piştgiriya mixabîniyeke xwar bike
Bê wate tihbûnê bi qumê avdide
Û ji kelekela nîvrûyê re kenarekî çêdike
Û ji zuwabûnekî re buhiştek saz dike
Ji min deyne dêma xwe ya sar
Û bihêle ez biçim bi sêwira xwe yê fereh ve
Ligel jinekê bi min ve bicihbûye mîna te
Nêzik te hêviyekî miyew dike
Û valahiyekî kalîn dike
Min bi ewrên riwê xwe yê li ser reşewra gindirî dagire
Û barke cem min
Nêrgiz min li berve te bi rêve dibe
Û bi dû min tê li ser rêya berfîn
Mîna ku ez kalîskek bim
şemitandina wî westandibû
Û bibû li ber çavê Betrîqan
Mîna golika avê ji sermayê ve hatibû xwarin
Mîna ku ez bayek bim ji cîhana bavlîsokan ve veqetiyayî
Û bi eyazê re bibû yek
Di evînê de bi yek tîpekî seqet nepeyive
Û lêvên xwe mîna rêyek xwar xwar neke
An mîna tirênekî ji rêza xwe derketî
Bi reftarên bêdengiyê rabibe
Mîna her kevinarekê
Mir û nizanîbû ku hêsirên wê ji ber evîndariyê hatibûn xwarê
Û dema çivîk ji qefesa sîng ve derdikevin
Mîna rehjenên germ
Ji bona wê sifreyên çavgirtinê
û beraxaftina rehjenekî saz dibe
Û vexandinên bêdengiyek bê bêdengî
Ji bo hêja bibin kovanekî ji te
Çûyîna ji çerxek ta çerxekî
Meşa serdeman li ser çax û dîrokên pîzotê
Taku mîna her carê tu bibî ji birîna mestbûna min re av û meyekî
Ji amarkirina rondikên min têkneçe
Ên ji weşandinê dûrketibûn
Û diman di çavan de zîndankirî
Bibe kaniyên tagirtinê
Dawiyan di kûrahiyan de awaz dike
Bibe ji ezmana min re binbanekî
Û ji seqema jiyana min re golên rohilatinê
Ji hebûna te ya ase re di devê nemanê de
Wateya stranê ye
Û wateya nêzikbûna ji şadiyê re
Ji bo wêneyekî pêre bikşîne
Berî ku di berêvarê de bar bike
Di mayîna te de di hundirê maçekê de
ji westandinê derketî
Ew encameke ji rabûna bê re
Di te de ez şadiyê distînim
Di zîzbûnên rehjena te de
ez her axînekî bilind celew dikim
Payîzê dişînim dadgeha baranê
Û di zîndana helbestê de wî dihêlim
Tiliyên min e birçî li ser erdnîgariya te
Tola xwe ji nezaniya wê ve hiltîne
Û nemiriyê di cûtmemikan de maç dike
Yasmîna sipî li ser maseyên herdû sêvên te belav dike
Çîrokên evîna volkanî dirêsîne
di dema hembêzkirinekê de
û li ser tabloyên sor de efsanên dildariyê dineqişîne
elfebayekê ji çokên niştecî re
li ser deştên gewdeha te de diafirîne
û ji kevoka kozel re
a ku ji hilgirtina nameyên aştiyê newestabû.
Pêxwas ji lingên te ve xelxala qircirê direve
Li ser çirûsîna holê mozîrk vêdikeve
Fîstana te ya bi semayê re
rengê tevderbasbûna heyv bi dar ve werdigre
Lêvên te li ser hemî peyalên vala nîgar dibûn
Çavên te mîna du kevokan
li ser sînga çi petîle û çirayê rabibûn
Û dilê min ji bo wan rût derdiket
Li ser vedenga daholekî rabibû.
Û nalîna bilûrekî laşên xeman dixirxirîne
Taku wana çebike
Li ser çemekî ji xweliyê
XELAT