GÛLA MİN..
Helbest: Ebdullah Yavuz
Kew girtine kûlê min,
Şahi ket nav dilê min.
Bû bihara emrê min,
Çi şêrîne gúla min.
Çend meh çûn li me borî,
Gûla gerden bi morî.
Di dilê min da bû horî,
Xewn xeyale gûla min.
Dilê minê bi qeyd û bend,
Rih ketîyê ji nûva jend.
Wek bilbilekî min xwend,
Bendewar mam gúla min.
Ji min xwe dûr negire,
Wer destê min bigire.
Maçkim lêvên şekire,
Serxweş bibim gûla min.
Beyaristana heftreng,
Di navda tayêk kereng.
Gulevîna şox û seng,
Keskesore gûla min.
Xwe li dilê min pêçaye,
Sertaca qîz bûkaye.
Pûnga devê lîçaye,
Misk embere gûla min.
Min xeyalek çêkirîye,
Rihê min têda rêwîye.
Tev hezkirin hêvîye,
Hesret hiştîye gûla min.
Min wê carek nedîye,
Porên wê çend kezîye.
Dil ji min bir diziye,
Evîndarim gûla min..
23 /12 /2025
XELAT
Stenbol..
