Evîna Derwêş û Edûlê û Hunergeha Welat
Nivîskar û Rojnamevan: Kakşar Oremar
Salên dirêje ku bi ewqas îmkanên madî-teknîkî, hebûna qaşo saziyên hunerî û xwedî navên giran li hemû Ewropa berhemekî wiha dewlemend û xwedî naverokek wiha tije peyam çênebûye û nehatiye afirandin.
Navê xwe kirine TEV-Çand, Akademî û gelek navên din yên xwedî zerq û berqên din, lê tenê dizanin gotinên qelew bikin, perên giran ji bo projên nehunerî xerc bikin, lê heta wî mafî nadin kesî/ê ku rexneyeke biçûk jî li wan bikin.
Bi ya min gere hemû îmkanên madî ku li vira têne komkirin ji saziyên weke Hunergeha Welat re bêne şandin û kesên ku navê xwe kirine hunermend û hozan dema ku nikarin berhemekî bi bandor ji civakê re biafrînin herin mala xwe û vê qada girîng ji wan kesan re vala bikin ku birastî hunermemd, hozan, dengxweş û kesên bi toleransin, an jî herin nava civakê û li Kurdistanê bijîn belkî bi tav û ava Kurdistanê re hinek hestên wan yên hunerî şên bibin.
Ji dil spasdarî hemû wan kesanim ku bi berhemekî wiha re dîrokeke tije serhildan, berxwedan, keramet, siyanet û fedakariyên qehremanên netewekê raxistine ber çavan. Berhemên wiha hêzê didin gel, ciwana şiyar dikin, xirûra neteweyî bilind bihêz dikin û heza ji welat zêdetir dikin.
Birastî li Rojava stratejiya hunerê rêyeke gelek pîroze û di astên herî bilind û îmkanên herî kêm de wan karî di hemû waran de nasnameya hunera Kurdî û armancên wê yên şoreşgerî-otantîk biparêzin. Saziyên ku "dibêjin û napêjin" jî êdî bese ku tenê xwedî "navê giran û gundê wêran" bin.
Ji wê zêdetir û gîrîngtir jî ewe ku berpirsên wan saziyan xwedî cesareteke ewqas mezin, exlaqî û wijdanî bin ku bêjin: ev kar ne karê me ye, dawa lêborînê ji we dikin û bi xatra we...."
Dest û hestên we sax û tim zindî bin hemû xebatkarên Hunergeha Welat, ji erdê heya heft esmanan hezaran car spas ku bi karên wiha hunerî-netewî re jiyanekê li ser jiyana me zêdetir dikin.
Xelat
