KURDISTANA MIN
Helbest: Suphîye Bulut
Min ji dildara bipirse
Ewên ji tere bêjin
Ez çiqas ji te pir hez dikim
Min ji zimanê dayikê bipirse
Ewê ji tere bêje
Tu çiqas bi min şêrîn e
Min ji zaroka li ber bêsîrê bipirse
Ewê ji tere bêje
Tu çiqas bi min germ e
Min ji bihara rengîn bipirse
Ewê ji tere bêje
Bêhna te bi min çiqas xweş e
Min ji çavên xezalê bipirse
Ewè ji tere bêje
Ez çiqas xweşik li te dinêrim
Min ji hêvîyên xurt bipirse
Ewê ji tere bêje
Çiqas bawerîya min bi te heye
Min ji navê xwe biprse
Tê xwe di dilê min de bibîne
Kurdistana min
24 Tebax 2023
XELAT