Nêrîna Kesayetî- Hunermendê Kurd Ekrem Nazî

Nêrîna Kesayetî- Hunermendê Kurd Ekrem Nazî

Ez hunermendê kurd "Ekrem Nazî" bi hunermendekî bilîmet dijmêrim.

Nivîsîn: Hozan Efrînî
Hunermendê Kurd li Efrîn û Kurdistanê, Profesorê hunera kurdî yê resen "Ekrem Nazî" ji malbateke kurd a jêhatî (Çiyayê Kurmênc) tê ku bi tevkariya xwe ya çand, huner û kûltûra kurdan ya resen tê naskirin.
Hunermend Ekrem Nazî neviyê evîndaran e û evîndarê helbestvan û hunermendên koçkirî (Hesenazî û Evdê Nazî) ye.  Em deyndarê vê malbata camerin ku li kevinşopiya hunerî ya gel û bav û kalên xwe vegerin.
Malbata Hesenazî zêdetirî 300 sal in hin stranên kevneşopî yên Ciyayî Kurmênc (Efrînî) parastine û bi awayên cûr be cûr ji bo xizmetkirina çand û hunera kurdî ya resen û bi taybetî (çiyayê Kurmênc) têkoşiyane.
Ez bawer im erkê her Kurdekî ye ku piştgîrî û piştgîrîya hunermendê bikêrhatî û zîrek "Ekrem Nazî" bike ku kurê vê malbata qedir bilinde ku xizmet û parastina kurda ya resen kirîye, ji ber vê yekê hemû piştgirî û piştevaniya hemû gelê Rojava bi giştî û Efrînê bi taybet heq dike.
Ji ber neliheviya rewşa wî ya tenduristî û aborî ez pêşniyarî karsazên Kurd Rojava dikim ku destekî alîkariyê bidin wî. Ez heman tiştî ji rêxistinên têkildar re pêşniyar dikim ku dema ew saxin çavê xwe ji hunera wî ya mezin re negirin. Berevajîya tiştên ku heta piştî çûna wan hatine bikaranîn, ez dixwazim çêra vê mijarê nerewa û nebaş û ne rast ku di nava civaka me de tê jiyankirin bikim.
Dema ku em çavên xwe kor dikin û her hunermendekî nexweş û belengaz, nivîskar, helbestvan û rojnamevanê ku pêwîst e alîkariya wan were kirin yan jî pêdiviya wan bi piştgiriyeke exlaqî hebe, paşguh dikin û dema ku ew hunermend an rewşenbîr koça dawî dikin, em dibînin ku di rûpel û kanalên medyayê de bi dîmenên wan kedên ku koçkirine tijî dibin û bi rengekî pir bi sêr pîroz didin nîşandan lê mixabin di dema ku ewna sax in û di nav me de dijîn ti nirxê nadin wan.
Ji ber evê çendê ez hêvîdar im ku desthilatdar, kesatî û karsazên peywendîdar bi erkê xwe rabin ji ber ku wê dîrok rehmê li we neke..

Hunermendê Koçkirî Abdulqadir Hesnazî bavê Ekrem

Hunermendê mezin yê çiyayê Kurmênc (Hesnazî) bapîrê Ekrem Hesnazî

Sekoya Kurmancî