TEHM DIDΠ JÎYANÊ     

TEHM DIDΠ JÎYANÊ     

Helbestvan: Seyrana Celad

   

Navê te li ser lêvên min,

Bengizê te ber çevên min,

Tehm didî vê jîyana sar,

Bûyî xemla ro şevên min.

Tehm didî vê jîyana sar,

Evîn min kir dîneke har,

Kolan-kolan te digerim,

Ruh wêrane bû tar û mar.

Kolan-kolan te digerim,

Eze reben ustû xwerim,

Winda nakim hêvî guman,

Hev nedîtî ez namirim.

Winda nakim hêvî guman,

Emê bijîn bê kul xeman,

Xweş bikene roja nedîr,

Bibişkive dewr û zeman.

Xweş bikene roja nedîr,

Li min û te bike tivdîr,

Agirê gurr venamire,

Nay vêsandin nade texdîr.

Agirê gurr venamire,

Îşiqa dil natemire,

Dibe çirûsk dide jînê,

Hezar qurna naxamire.

Dibe çirûsk dide jînê,

Çawa huba Mem û Zînê,

Me ra bûye sond û qirar,

Şewq-şemala qesra vînê.

23.03.2024s.

Min cûrê helbestê hildaye ji helbestvanê dilê xwe Çerkezê Reş, ferqa min û wî ew e, ku nemir Ç. Reş nivîsye serbest min kilasîk.

XELAT