XEWNA ŞÎRÎN
Helbestvan: Seyrana Celad
Îro min dît xewnek şîrîn,
Dîsa vebû devê birîn,
Mecnûnê kaw, sitêyrka geş,
Şewq dida bi rengê zêrîn.
Por û rûdan reş wek qetran,
Wêrek,kubar mîna şêran,
Derket li min ew pêjbere,
Dikêlimî hêdî, giran.
Bejna bilind û tîtane,
Bişkivî ça gulistane,
Nihêrî kûr bengizê nar,
Hembêz kir bi herd destane.
Xwe kiribû sipî cile,
Bi dîtinê fûr da dile,
Niqo kir nav sîng û berê,
Paqij dikir çevên şile.
Vecniqîm ez rabûm ji xew,
Beta vebû hikyata şev,
Tûne şopa teyrê sîmir,
Per veda çû bi bez û rev.
Hejand li min sîmê gîyan,
Qelepçe xist dest û pîyan,
Nastirê dil xweş awaze,
Vemirye birq, rengê jîyan.
Ruh da dijî, ev ne qeste,
Hubra pênûs lîr û heste,
Her çiqas jî dûr bireve,
Wê tim hebe nav helbeste.
Hêvî, xeyal didin min jîn,
Dest nakşînim ji hub, evîn,
Bayê nermik serxoş kirye,
Loma bûme Seyrana dîn.
Hema xewn da were mêvan,
Bibe xemla xew û şevan.
5/11/2024
XELAT
