DILBERAM QAMET ELÎFE
Helbest: Baqî Berûkî
Dûredestim ji dilberê
Wekî murxek nîvkêre me
Kes bo min nakit mehderê
Sîneçak û dilpare me
Mihnet û renca wê kuştim
Xwîn ji mêlakê veriştim
Li min ş'kand qedem û piştim
Derdemendek bijare me
Dilberam qamet elîfe
Şitla reyhana xefîfe
Yektaye sen'ê Letîfe
Bênesîbek eşkere me
Dil xalî nabe ji meylê
Bi hezaran ah û weylê
Şûbhetê Mecnunê Leylê
Çol û çîya mikare me
Cilwe û nazên hebîba
Min sual kir ji edîba
Çare nînîn ba tebîba
Bêilacek hejare me
Min umir jêra feda kir
Di oxirê da qeda kir
Nazên wê tevda eda kir
Dîsa yekî eware me
Her kesê yar girt bi dest e
Buseyek ji lêvan gest e
Mendehûş û şad û mest e
Ez tenê jê bêpare me
Dilbera ez her xulamê
Kê ji wê bênit selamê
Bi tewaf û bi ihramê
Bi ser û saman pêre me
Aşiqek bêşek sadiq im
Eger ser biçit natiq im
Hêvîya rehma Xaliq im
Ber dergehî zar zare me
03/05/2024. Sêrt.
XELAT