KALKÊ MIN
Helbestvan: Hinara Tajdîn
Kalkêm rûniştî binê sîya darê,
Ketibû nava mitalên berê,
Dûrva mişterî min wî dinhêrî,
Nêzîkî wî bim, min qet nedwêrî,
Rêdket Serhadê ew ker û lale,
Dikewgirî dil, heftê pênc sale,
Çave şil dibûn, ew dibû bilbil
Berda dihatin qanat,bask û mil,
Her ro ez şedê wê dîdemê bûm,
Rokî ez fesal berbi kalik çûm,
Cî da min rûnêm eze li rex wî
Ku guhdar bikim ez serhatîya wî,
Çîrok bûne behr û melûl kişîyan,
Dil-hinavê min nalîyan û êşîyan,
Dayka wî Nenê zû çûbû rehmê
Birava mabûn destê dêmarîyê,
Maleke dengiz, xweyê hebûkê,
Nedîn birçîbû ewan qet rokê,
Nedkir gaznê xwe bona dêmarîyê,
Dil dikewgirî bona koçberîyê,
Serhad bibu xewn,hikîyat û çîrok,
Boy wîya bibû kul-derd û dîrok,
Ax, qedexebû, hev bigirtana
Biçana warê xwe bigerîyana,
Xişîmê tewîyam ber kul û derdan,
Ça ku mezinbûm xweda kûr nalîyam,
Gote min lao:
-Ew êş, birîne, ku min dikuje,
Dil-hinavê min, hest, best disoje,
Têne bîra min deştên Serhadê,
Dengên şarûran, bilbilên Wanê.

Ez, Qadir û Ûsivê biren xwe tevî kalkê xwe RECEFÊ MEHMÛD / 65 sal berê
XELAT
