Kurdistana min....
Helbest: Welîd Hemîd Xelîl
Kurdistana min....
Dema ku ez her sibehê ji xew şiyar dibim,
Li ber awazên sîmfoniya te,
Ji bo xwezaya te ya bêhnbir ku min her zindî dihêle,
Bi hezaran sedem hene ku,
Ez ji te hez bikim û xwedî li te derkevim.
Ez ji te hez dikim ji ber ku,
Di vê cîhana hovane û Reş û Spî de,
Tenê tu senteza reng û bedewiyê ye,
Rojane tu xwediyê hemû demsalan e.
Tu ji rengên Keskesorê geştir vedibiriqe.
Ez ji te hez dikim ji ber ku,
Ez hizira hemû hezkiriyên te dikim
Ku hemû canê xwe ya pîroz ji bo te bexşîne…
Ew hest gelekî nayab û matmayî ye,
Di kûrahiya giyan û hişê min de,
Ji dema ez ji dayîk bûme,
Ez li benda herdemê te me.
Êdî nikarim jiyanekê bi bê te hizir bikim…
Ji ber ku nikarim di vê cîhana durû ya mirovên bê wîjdan de bijîm.
Ez ji te hez dikim ji ber ku,
Her gava ez helbestek e evînî ya pirtûkxaneya dibihîzim,
Tu pêree diherikîe nava kûrahiya dilê min.
Ez jî dest bi nivîsandinan derbarê te dikim,
Û canê xwe dikim qurbanê te,
Tu wek melevanekî di dilê min de melevaniyê dike,
Û tu mîna kêşana Sêgoşeya Bermuda,
Min dikişînî nava dilê xwe.
Ez nikarim peyv û ristan bibînim ku,
Pesna rûmeta bikim.
Ji ber ku tu mezintirîn pirtûkxaneya evîn,
Hezkirin,
Bedewbûn û afirîneriyê ye.
Gelo, ez ji van çavên te yên bedew re çi binivîsim?
Ku ez cîhana xwe bi riya wan dibînim.
Pênûsa min nizane li ser te çawa binivîse.
Kurdistana min ya nazdar.
Dergûşa mirovahî,
Evîn...
Û şaristaniyên mirovahiyê.
Ez evîndarê çavên te me.
Li ser sînga te ya paqij nimêj û nizayan her demê dikim.
Û sirûdên evîndariyê yên herî xweşik wek Bilbilan,
Ji bo te dixwînim,
Her carê ez hizira te dikim,
Bila di bi bîr te de be ku nexşe ya te
Wek volkanekî di hiş û dilê dijminên me de diteqê,
Û goran ji bo dijmanan dirust dike.
Ey hestên min;
Ma tu dizanî bi bayê te ya paqij ,
Hemû lebetên can û jiyana min zindî dibe ?
Ez her tiştî ji bîr dikim ji ber ku,
Di hişê min de tenê bedewbûna çavên te hene.
Ew xwezaya te ya balkêş e.
Tu dizanî ez çiqas ji te hez dikim?
Dema ku rûbarên te;
Efrîn,
Firat,
Munzur,
Dicle,
Gola Wanê,
Sûlava Muradê
Aras,
Zap,
Dukan,
Sîrwan,
û Avaşîn dibînim ji nav hembêza buhuşta te diherikin…
Ez wek Siyamend û Xecê,
Û Ferhad û Şîrîn dildarê te dibim,
Wek zarokekî ku hembêza dayîka xwe winda kiriye.
Ez ji te hez dikim,
Qet naxwazim ji hembêza dilovaniya te cihê bibim,
Mîna kulîlkek li biyabanek e bê avdan mayî, ez li benda avdana te me,
Tu bihuşta rastîn e ku bi hezaran evîndar,
Helbestvan,
Û dîroknasan li ser ciwaniya te nivîsandine,
Mîna efsaneya Keştiya Nûh,
Ku li ser lûtkeyên Çiyayê Cûdî rûniştiye,
Destana Kelha Dimdimê.
Destana Derwîşê Evdî,
Ez ji te hez dikim ji ber ku,
Jiyan bi bê te çi xweşiya wê nîne,
Li dewsa ku bi bê ,ez di cîhaneke kirêt de bijîm,
Her demê bila canê min qurbanê te be.
Ez ji te hez dikim ji ber ku,
Her carê ez te bihuşta dibînim,
Tu diherike nava raman û hestên min,
Ku tu carî ez te ji bîr nakim,
Her gava ku sîmnfoniya evîna te digihîje guhên min,
Awazên te min dikişînin nava kûrahiya dilê te.
Ez jî bi saz û dengê xwe,
Stranên evîndariyê ji bo te dibêjim.
Ez ji te hez dikim ji ber ku,
Bi hezaran stêrk di çavên te de vedibiriqin,
Ku Heyv ji ber ronahiya te ji xwe şerm dike,
Ronahiya te hêvî û geşbîniyê di dilê min,
Û dilê hemû hezkiriyên te de divejîne.
Bi bedewbûna xwe, tu çavên xayînên mîna,
Beko Ewanan kor û tar û mar dike,
Û hembêza xwe dike goristan ji bo dijminan,
Ronahiya te tarîtiya şevên tarî û dîwarên zîndanan de diqlişîne.
Ez ji te hez dikim ji ber ku tu bihuşta evîna sozdayî ya minî.
Gelekî ji bêhna te hez dikim,
Dema ku dest li ax û ciwniya te didim,
Û nimêjê li ser sînga ax te ya pîroz dikim.
Êdî ez hest dikim ku xewnên xwe bûne rastî.
Ez ji te hez dikim ji ber ku,
Dema ku Xwedê kulîlk afirandin,
Tu jî bi wan re afirand.
Lê tu ji Sosin, Reyhan û hemû kulîlkan din ciwantir.
Kenê te wek bihareke bê dawî geş dibe,
Tu giyanê kesên durû û xwînmêj yên ji bedewbûna te dihesin dişewitîne.
Ez ji te hez dikim ji ber ku tu,
Xweşikbûna te hestek geşbînî,
Û evîndariyê di dil û wîjdana min de çandiye.
Kurdistana min...
XELAT
