DAYÊ

DAYÊ

Helbest: Karîna Osêyan

DAYÊ

 

Dengê te ye zêrîn

ketiye dilê min

Ez têrnebûm ji te

dayka min şirîn

 

Xwezila min carek

Dil xweş bidîte te

Serê xwe jî deyne

Dayê li ser sînga te

 

Dilê min wê geş bibe

Bi hub û heza te

Xew jî wê şirîne biya

Şemal jî şewq bide

 

Bê xof û bê tirsa

Jiyan dayê bi te

Sebra dilê minî

Horî ya min delal

 

Ez têrnebûm ji te

Ji hembêza te

Dayka dil zêrîn

Ji lorîkên te....

 ----------

Roja hemû dayikên me pîroz, pîroz be

12/5/2024

XELAT