HESTÊ NAZE

HESTÊ NAZE

Helbestvan: Siltana Memê

 

 

Zimanê Dê dewlemendî,

Çiqas şîrîn, bedew, rindî,

Te hez dikim, ax gelekê,

Şêwir, temî, aqilmendî.

Xeber nazin, dil bi nalin,

Dilîlînim, dixulxulin,

Diteîsin tawaz zêrîn,

Ser lênûsê dimilmilin.

Zimanê Dê, ez bi heyran,

Sebra aşiq û şayîran,

Ev çi sewde dil min revand,

Heyr-hejmekar, mame dêran.

Ax lê Dayê, xas mircanê,

Gazî dike:- berxê canê,

Dilezînim zû ber bêryê,

Bêrîvanim, can qurbanê.

Kêlma şarûr û bilbilan,

Wêje rengê hemû gulan,

Xweş govende, kul û derde,

Saz, awazê eşqa dilan.

Tu Xelatî li Sîpanê,

Qubeqazî gola Wanê,

Belg, qelemî, fikira Nûrî,

Hestê nazî wê Siltanê.

Min dadixî her kûrayê,

Şûr-mertalim zor belayê,

Beyt geşe wek teva Welat,

Dua nemir bo edla yê.

Recalî li ser asoyê,

Şewq, şemalî mîna ro yê,

Çira pîroz - Zimanê Dê,

Çûrisk more hîvero yê.

Esasê te jîn serbeste,

Rewşa vînê lîr, helbeste,

Dem-dewrana pir kevnarî,

Ziman nadim devê qeste.

 

13.01.2025s

XELAT