Zimanê min?

Zimanê min?

Helbestvan: Bêçarê Kurd

 

Xama min ji qama mine

Reşbelek ji cama mine

Serkeftin ew dama mine

Ziman ji eyama mine

 

Derfet ku ew pê zanîne

Bapîran xweş rêk danîne

Ger tu wê baş pê bixwîne

Ew bi xwe ji sama mine

 

Sama xwe li ser neyare

Ger tu rast bikî jêr kare

Di wêde xweşkî heware

Ser çav û pê nasa mine

 

Ger di wêda bi serkevim

Ji bindestî bi derkevim

Naxazim jê bi dûrkevim

Bernav û hetava mine

 

26/11/2024-Kobanî

XELAT