EZ Û HELBESTA XWE

EZ Û HELBESTA XWE
Helbestvan: Merwan Berekat
Ez û şevan di êşa gereke bê dawî de li qêrînên beravêtî dilikumin...
Lehî ye
Girî ye
Tofan e
Her ku ez bejna şevê çîrt dikim, siha min xewnên xwe yên veciniqî digeze û dibe çar perçe...
Şev li ser dawa hêviyê min dikule
Bi çar keserên zîndankirî
Bi çar rondikên azadkirî
Bi çar hawarên daqurtandî
Bi çar meraqên windakirî
Ez dibim ez û dîsa li xwe digerim
Şev xwe dipêça û têkçûyî diçe
Di dergûşa sibehê de
Di kenê zarokan de
Di dêmgeşiya dayîkan de
Di firîna pinpinîkan de
Di stranên awaznanik de
Di semaya darên şaxazad de
Ez xwe û helbesta xwe ya windabûyî dibînim
09. 09. 2023
Sekoya Kurmancî