Hunermend Reşîd Sofî xelata 2024`an wergirt

Hunermend Reşîd Sofî xelata 2024`an wergirt

Festîvala Çand û hunera Kurdî ya li Berlînê bo demê sê rojan hate lidarxistin bi dawî bû, her weha xelata xwe ya 2024`an jî pêşkêşî hunermendê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê Reşîd Sofî kir.

Festival bi amadebûna kesayetiyên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê û kesayetên ji pêkhateyên din yê Sûriyê her weha kesayetên biyanî bi armanca pêşxistina zimanê diyalogê di navbera gelan de birêveçû.

Her weha nêzîkî 70 kesayetên cuda yên hizrî û çandî û hunerî ji (Helbestvan, romannivîs û çîroknivîs, mûzîkvan û stgranbêj û rojnamevan ….. htd, beşdarî di festîvalê de kiribûn.

Di dawiya festîvalê de hunermend û mûzîkvanê Kurd yê navdar yê xelkê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê Reşîd Sofî xelata 2024 wergirt ku buhayê wê hezar Euro ye.

 Hunermend (Reşîd Sofî) hunermendekî navdar e li bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê. Di maleke dîdndar de rabû, bavê wî muftiyê Kobanî bû. Di sala 1970 de, dest bi karê hunerî kiriye.

Di vê vidyoyê de hunermend Reşîd Sofî nas bikin…. 

XELAT