Keçeke kurd a Rojavayê Kurdistanê bû palewana karên xemlandinê
Keç û lawên kurd ên Rojavayê Kurdistanê di welatên Ewropayê de gelek serkeftî bûne û di hemû biwarên kar xebatan de di asta herî li pêş in.
Em dişopînin ku di barê xwendin û destkeftên zanistî û ên hunerî û cur bi cur gelek xwedî nav û bang in û xwe ligel civaka Ewropayê guncaw kirine. Yek ji wan keçkên kurd ên Rojavayê Kurdistanê (Rokan Elî Amo) ye.
Keça kurd a ji bajarê Amûdê ya Rojavayê Kuridstanê (Roken Eli Majdo Ammo) ye, derbarê serkeftina karên xwe de ên li welatê Almanyayê ji Sekoya Kurmancî re daxuyaniyeke taybet da û têde wiha got: Ez li Sûriyê li gundê Merkebe ya ser bi bajarê Amûdê li Rojavayê Kurdistanê, di 5ê Çileya Paşîn a 1988`an de hatime dinê. Ez ji sala 1990-an vir ve li Almanya me.
Her weha di derbarê karên xwe ên ku niha têde serkeftî bû ye de wiha anî ser ziman: Ez ji sala 2012-an vir ve di warê kozmetîkê de dixebitim.
Lê di barê xelatkirin û bi destxistina pileyên serkeftina xwe di biwarên karên bedewkirin û kozmetîkê de jî wiha da zanîn: Ji xwe zêdetirî 20 sertîfîkayên min hene û ji karê xwe hez dikim û ez her gav kêfxweş im ku fêrî tiştên nû dibim da ku zanîna xwe berfireh bikim, ji ber vê yekê min serlêdana şampiyoniyê kir. ku ji xwe re dijwariyek bibînim. karê min evîna min e.


Sekoya Kurmancî
