Bese îdî dunya bese
Helbest: Dayika Raman (Nizhet Sîdo)
Bese îdî dunya bese
Ji te canê min bê şense
Dilê min ji te bi tirse
Bese îdî dunya bese
Li welatan penaberim
Herdemî li xwe digerm
Xwe nabînim vedigerim
Nema zanim kûde herim
Ji welatê xwe dûrketim
Jî cîhana xwe derketim
Ne welatê min rêzgarbû
Ne ez karim bi lebitim
Heya reşik rêzgarbûne
Gelek bindest xelasbûne
Hemû beyar buhar bûne
Mana welêt ew hebûne
Ezê çibkim bi rojava
Gelek dûrim ji rojava
Ji gora dayik û bava
Li bîrdankêne her gava
Gelek dûrim ji wan gundan
Ji xweşbûnê ji lewendan
Va ketme hêlîna derdan
Ji lewra ez mame wenda.
Dê vegerim welatê xwe
Hêlîna bav û kalê xwe
Da dermankim birînên xwe
Ji bo emjî bibin serxwe
XELAT