Keder û ken
Helbestvan: Pêşeroj Cewherî
Ezê çawa evî dilî
Dûrî evîna te bikim
Gelo çawa ji kederan
Jiyana xwe rizgar bikim
Poşmanim ez bixwe gelek
Behra xeman serbûm kelek
Kedera bêbext û felek
Berê xwe, j wê bi ku vekim
Poşmanim bi evîna xwe
Çawa bidim wê vîna xwe
Roja bistînim jîna xwe
Sema , l ser govendê bikim
Kerdera por sorî hene
Çav kilkirî rû bi kene
Hêsrên çavê mine çeme
Nema xewê şeva dikim
Min çi dixwest wê bixwînim
Paşnavë xwe lê bibînim
Lê îro ceger bi xwînim
Dilo bêrûmetî nakim
Min dixwest bibe soza min
Keça malbat û hoza min
Bibe şeml û roja min
Nikarim wê ji bîr bikim
Yara canê min bidesta
Buhara evîn û hesta
Hêviya min bixwe rista
Bê te nabe çi rê bikim
8 - 1 - 202
XELAT