Salvegera koça dawî ya hunermend Elî Merdan
Kêm hunermendên Kurd yên resen ji her çar parçeyên Kurdistanê hene ku navê Elî Merdan nebihîstibin yan jî nedîtibin çi kurmanc û çi soran û bi hezaran stranên wan tomar nekiribin. Îro 24/7/2024 salvegera 43`emîn ya koça dawî ya hunermendê Kurd Elî Merdan e.
Hunermendê Kurd (Elî Merdan) mamostayê meqamên Kurdî ye, ji bilî meqambêjî û sitran gotinê, ew mûzîkjen û awazvanek jêhatî bûye.
(Elî Merdan) di sala 1904’an de li taxa Tekiya Şêx Elî ya li Kerkûkê hatiye dine, di 24ê Tîrmeha 1981’an de di temenê 77 salî de koça dawî kiriye.
Elî Merdan hîn di temenê heşt salî de bû ji Kerkûkê bar dikin û diçin gundê Leylan. Piştre jî diçe Bexdadê.
Hunermend Elî Merdan kesek xwenda bû, ji bilî wêje û hunera Kurdî pisporê zimanê wêjeyî yê Erebî û Farisî bû, her weha helbestên piraniya helbestvanan di beyt û meqamên xwe de gotiye.
Di navbera salên 1904 ta 1972’yan de bi sedan sitran û meqam bi zimanê şirîn yê Kurdî gotiye û tomar kiriye. Heta niha jî bi dengê xwe yê nemir pêşengtiyê ji hunera Kurdî re dike.
XELAT