ZANÎ ?
Helbest: Seyrana Celad
Zanî ?
Îro dîsa hêsir hurikîn îza xwe va,
Û xulxulîn ser sûrtê hinarîn va,
Gilor-gilor berjêr bûn ser lêvan,
Çend dilop asê bûn li qulçan,
Nizam, çima tehl bû şoraya wan?
Belkî hate der êşa dil û xemgînya çevan.
Zanî ?
Agir, ku te gurr kir nav gîyan,
Bizot jê pekiya bû volqan,
Germayî û hêlm girt dev-doran,
Lê zirar neda xweza û zindîyan,
Her tenê ruh da vebû devê birînan,
Antêx dixweze bibe dû-derman.
Zanî ?
Toximê rengîn, ku te reşand nav dil û cerg,
Bişkivî kaw, bû gulistan, birq da karîbelg,
Bêcar kir bi mawar, vebûn şox-şeng,
Tirê keskesor teîsî bi heftreng,
Kember jî te girêda xortê qeşeng.
Zanî ?
Dilê benda çawa dişewite bê alav?
Zanim tu zanî, te ji min ra şirovekir bi roj û şev,
Xeyal dibe desthiledar diteqisîne xew,
Emir da ba-bahoz, çê dibe bez û rev,
Dibîy rifatek zindî, nikarî xwe komkî ser hev,
Bi kelecan tar û mar dikî jîyanê tev.
Zanî ?
Ez nakim lome û gazin,
Ji ber ku min nas kir hîsekî mezin,
Bi vî dijîm û diafirînim, hestêm pir nazin,
Wek şengesîyara bi keremet dibezin,
Rê nadin hevdu pir bi lezin,
Ça çûk û çivîk amin difirin, pîrozin.
Zanî ?
Dilşadim, ku dîsa rondik wek berfhelê hurikî,
Ew nîşane, wekî tu ji bo min tiberkî,
Hiş û dil qebûl nake tû kesekî,
Naxwezim paqij kim çevên şil pê dezmalekî,
Bi maçên te yî şîrîn wek gezo belkî?
Bînaya reş û belek ji ava tehl bihêlim zuhakî.
Zanî ?
Rondik, ku nebare, nebe dilopê baranê,
Bax û baxça dil nayê avdanê,
Piştî lêmiştê kivşe nûra şemdanê,
Û em dibînin heşînaya oazîsa qumistanê.
Zanî ?
Çiqas bi qîmete evîna betinî?
Zanim, ku tû zanî,
Çimkî te hîn kir min nezanî...
#Seyran
16.07.2024s.
XELAT