Hunermend NATALYA SERAN kilîpek nû belav kiriye

Hunermenda Kurd Natalya Seran kilîpek nû di sala 2024`an tomarkiriye û di kanala xwe ya Youtubê de belav kiriye bi navê (Kevok) bi dengê xwe yê nazik jî ew stran gotiye û gotin awaz yê hunermendê hêja Hesen Şerîf e.

Kurte Jîyana Natalya Seran:

 Hunermend (Natalya Seran) li Ermenistanê, li gundê Şîrazlû hatiye dunyayê. Bi eslê xwe Natalya Seran Kurda Bakurê Kurdistanê ye.

Ji bo Hunermend Natalya Seran hezkirina huner ji zarokatiya wê despê kiribû û  her diçû mezintir dibû û bi wî awayî jî gotin û awazên stranan ji aliyê wê bê zehmet dihatin afirandin.

Natalya Seran, Di gelek festîval û konsêrtên Sovyeta berê de, stranên gelêrî û nûjen ji aliyê Natalya ve dihatin peşkêşkirin. Di sala 2002an de bi rêya Pêşbirka muzikê ya li ser Medya Tv, di beşa nûjen de cîyê yekemîn digre û bi wî awayî jî xelata Albûmê distîne.Bi derketina Albûma yekemîn "Xeyal“ ve, Natalya Seran dikeve nava dilê gelek guhdarvanan.

Hunermend Natalya Seran xwediyê 30 Videoklîp û 3 Albûma ye.

Hunermend Natalya Seran ji xeynî ku Hunermende , herhewa jî wen Huqûq û Civaknas karê xwe li bajarê Berlîn li Almanya dewam dike.

XELAT