MÊVANTIYA HÎVÊ
Helbestvan: Karîna Osêyan
Îşev ez bûm mêvanê hîvê
Li nav stêran geryam li sêvê
Ezman li min bû derya kêfê
Dest pê nebû, ne jî dawî bê
Min per û bask hildane ser xwe
Nêz û dûr firyam çûm warê xwe
Li nav stêran dî Ezdayê xwe
Dil tijî bû, hatim hişê xwe.
Monpêlîyê
Dr. Karîna Osêyan
XELAT