Nivîskar û helbestvanê kurd Mûsa Zaxuranî koça dawî kir

Nivîskar û helbestvanê kurd Mûsa Zaxuranî koça dawî kir

Wek tê zanîn ku nivîskar û helbestvanê mezin ê kurd wek helbestvanekî netewî tê naskirin û di nava rêzên çand û hunera kurdî de xwedî more û koçkirina wî cihê xemgîniya piraniya huneremnd û helbestvanên kurd e.

Di wê barê de, hunermendê kurd ê dêrîn (Mehmûd Şakir) daxuyniyeke taybet ji Xelatê re ragihand û got: Duh 19-12-2023, roja sêşemê li bajarê Hewlêrê nivîskar û helbestvanê mezin ê kurd Mûsa Zaxuranî koça dawî kir.

Li gorî agahiyên mamoste Mehmûd Şakir li ser bi axspartina termê nemir Mûsa Zaxuranî  ber bi Rojavayê Kurdistanê hate birêkirin û wê li cihê jidayîkbûna wî bête binax kirin.

Her weha di heman mijarê de, birazayê nemir Mûsa Zaxuranî, berêz Alan Pêwend jî ji bo malpera Xelatê zelal kir ku apê wî nemir Mûsa Zaxuranî di temenê xwe ya 69 salî de koça dawî kir û wê termê nemir li bajarê Qamîşloyê ya Rojavayê Kurdistanê bê veşartin.

Xelat- Roşîn Serêkanî