Ji Bêçarê Kurd çend helbest

Ji Bêçarê Kurd çend helbest

Helbestvan: Bêçarê Kurd

Dinya vala ye?

 

Sibê rabe zû ji xew

Bi qebqeba nêre kew

Ev dinya xan û mane

Hîro raste duh derew

Karê xwe bike bi lez

Şev û roj diçin bi bez

Paşê nebêj çima ez

Mast û şîr çû ma ye dew

Paşê nebe poşmanî

Maf daxaz ke b'mêranî

Xelkê kone lê danî

Jiyana te çû bi lew

Virt û vala çû temen

Xudî kedî lê reben

Dijmin hat te fût û fen

Nezanî l'te kir bedew

 

30/08/2024-Serzorî

Helbestvan Bêçarê Kurd

 -----------------------------------------------

Ez kurdekî dil pakim?

Ez ne tirkim ne erebim ne ecem

Ez kurdekî bi nav û deng j'kelem

Ji dil pakî ketme warê derd û xem

Şêx û mela dane min êş û elem

Beg û axa bûn rêber ez par kirim

Partîyan hat bi serde bêçar kirim

Wan firotim bê ziman ez lal kirim

Ter û işk dan ber xwe li gur dan kirim

Bi bar bar ax û zaran mam ta îro

Roja min zer xuya ye ro li nîro

Kes nabêje çi dinalî lo pîro

Kul û derdan ez dixarim feqîro

Bese bira serî hilde bibe mêr

Wek keyxusro li ser taca erdeşêr

Tu deng vede li cîhana jor û jêr

Da bizane ev nû kera jîna pêr

Weku çawa li ber deste kolebûn

Bi sîxurî ew tev li te teqle bûn

Karê qec dawî wek lawê kerê bûn

Dîsa vegerîn dewran wek berê bûn

 

28/08/2024-Serzorî

Helbestvan Bêçarê Kurd

---------------------------------

Kirim bê vîn bê hez?

 

Sed salek min boran dî

Hîna wek xwe mame ez

Dewranek pê geran dî

Her dijîm derd û merez

Bê rûmet rû firandî

Afrêner ma bi qerez

Bi yek agir kelan dî

Wer dinalim ez û ez

Heyfa hêbet helandî

Di dîroka girt tevez

Bi paşda vekêşan dî

Mam bê dewar û bê pez

Xelkê tace revan dî

Tevî bîstan bax û rez

Şêr l'civatan kulandî

Nal û keser kêşim ez

Reh bi xwînê niman dî

Li goşt nema dohn û bez

Bilbil di gul gíhan dî

Ji meya ra nebin mez

Tov ji jînê pekan dî

Hîştim bi ax û tevez

Nîşanek daçikan dî

Çûm tilîka xwe bi gez

Textê dara şelan dî

Kîn û buxde kêşim ez

Bawerî jê revan dî

Kirim bê vîn û bê hez

 

24/08/2024-Serzorî

Helbesvan Bêçarê Kurd

-----------------------------------

Pergende bûm ez?

 

Bi şûrê oldara kuştim

Bi tîra maldara şiştim

Bi fikra partî ya genî

Ramanên çewt diqeliştim

Mela ez dirûçikan dim

Partîzan vedpirtikan dim

Koledar hildipifan dim

Bi saxî weku dibriştim

Çep û rastan ez gêj kirim

Weku qirêj ez rêj kirim

Wek ji derban bihêj kirim

Ji xwînê weku lê miştim

Ji galgalan şaşkirim ez

Ji guran re laşkirim bez

Pergende bûm va wekî pez

Bi gotinan bi niviştim

 

25/08/2024-Serzorî

Helbestvan Bêçarê Kurd

----------------------------------

Bum xulanê vîna te?

 

Ji bîr nakim wê qama te

Der neketim ez dama te

Çendî geryam li dinya yê

Bûme xulam bo vîna te

Mame winda ji bê serî

Çima nabêt tu sewerî

Gur daketin nava kerî

Dûr ketim ez jî xwîna te

Çûm û hatim wek te nedîn

Çanda te'l dil bû ye narvîn

Dilo bese beytê bixwîn

Cîhan tev girtî kîna te

Cîhan ji te hemiqîne

Fen û fûtan rêk genîne

Felek rastî damezrî ne

Hew bigere tim şîna te

Hew dikêşim êş û azer

Kesên bê hiş bûne serwer

Ketim çala wek bê serwer

Kî wê bidî mizgîna te

Dil bi vînê wek dimire

Rêça te sor ji agire

Volkane tew natemire

Bêçar pirin ên mîna te

 

26/08/2024-Serzorî

Helbestvan Bêçarê Kurd

------------------------------

Hatim meydana şûr kêşan?

 

Ketim vîna wê wek mendal

Wekû mirin ew bû heval

Hatim meydana şûr kêşan

Gerîyam wek ristemê zal

Kuştina mêran hêsan bû

Derdê dilan pir giran bû

Hevrikî wek î dîlan bû

Çima li xwe kirin helal

Ga û golik ketne rêzê

Gur tenê zûrîn li fêzê

Bûk tazî man xeml û xêzê

Gerden şikî yara delal

Şûna mûrî û mircana

Xemilandî xwîn ciwana

Dayik dijîn êş û jana

Dilo bese hew tu binal

27/08/2024-Serzorí

Helbestvan Bêçarê Kurd

------------------------

Hekîm kuştin ji bo ziman?

 

Lêkolîn kir li vir û wir

Gotin hekîm ew çû ji vir

Nîv demjimêrek bû mîhvan

Ji bê bextî ya lawê gur

Gava bi kurdî axivî

Ew gotinên ji hungivî

Çawa derketin j'wî devî

Tirku nema xwe radigir

Hatin bi kêr û xençera

Mehepe ne lawê gura

Kuştin wan hekîmê bira

Çima ku bi kurdî deng kir

Ev zimanê me yî şêrîn

Dijmin girtî jê kerb û kîn

Gelo bigrin hûn jê evîn

Bila dijmin ji we bimir

Tola hekîm hûn nehêlên

Ev tirsokin kure dêlin

Bi sîxura ew bi kêlin

Heyfe bê deng mane li vir

 

05/09/2024-Serzorî

Helbesvan Bêçarê Kurd

 

XELAT