Selwa: Bi hunera xwe kêfxweşiyê didim xwendekarên xwe

Selwa: Bi hunera xwe kêfxweşiyê didim xwendekarên xwe

Hunermend û mamostaya hunerî li Helebce Selwa Mistefa ji NSE-Media re got: Dema ez zarok û xwendekar bûm mamosteyek min ya hunerî tunebû, lewma min hewl da ku hunera xwe bi şagirtên xwe re parve bikim.

Got jî, min her tim dîwarên dibistana xwe bi wêneyên hunerî xêz kiriye, her yek bi wate û taybetmendiyên xwe. Ez bi kêfa herî mezin vê yekê dikim, nemaze ji ber ku ez zarok bûm mamosteyek min tune bû. Ez dixwazim xweşiya vê dersê bi xwendekarên xwe re parve bikim.

Selwa Mistefa derçûyê beşa wênesaziyê ya Peymangeha Hunerên Bedew ya Helebçe ye, 8 sal in li Helebçe mamosteya hunerê kiriye.