Raperînî Badînan

Raperînî Badînan

*Stran Ebdûllah

 

Badînan

Emanetî xetî Kirmanc,

Gully Kurdayetî û

Duhokîş xelatî

Degmenî:

Rewtî pêşkewtinxwaziyetî,

Wek zankoyî Silêmanî û Kewşenî.

Yadgarî zorî ew meftene:

Zaxo û Amêdî û Bamernî.

Eger sîparey xebatî

Rastî û rengînî dîmenî,

Binûsêtewe:

(Ronahî) heye, qehremanî çeleng û xortên gelek hoşyar hene,

Rizgarî Zaxo û

Bilêse û çexmaxey şoreşêkî

Nwê û resene.

Yadgarî qurbanî û xwênî mefreze

Û

Dawî neyarî na pesene

----

Serwerî zor le mêjûman

Ta raperînî newed û yek

Karwanêke

Yek li dway yek

Rêkxistin, Pêşmerge û destane çek û rabûnî xelk

-----

 

Yekem telefizyonî kurdî.

Yekem û duwem hatinewey Mam

Bew pirdey rêy `Delal` da bû

Ger bîzanîn

Ca rûn debê

Ew hîmetî şaraweye

Kê bû kirdî?

Roj dûr nîye,

Rojî wîş dê

Be demokrasî

Serdikewê

Dirişt û wirdî

14/3/2024

XELAT