EZ Û BILBIL
Helbest: Karîna Osêyan
EZ Û BILBIL
Ez:
Bilbilê min tê biharê
Hêlîn çêkir li ser derê
Di sermaya vê peyîzê
Serma xirab li min jarê
Bilbil:
Delala min êdî sare
Bê te ev dil bê hedare
Ezê herim welatê germ
Hêlîna nu dîsa bare
Ez:
Bilbil li min sebir bike
Çavdêriya emir bike
Li benda min tu raweste
Şîretê min qedir bike
Bilbil:
Xema neke delala min
Bihar wê bê hevala min
Ezê dîsa te vegerim
Hey çav reş û xezala min
Ez:
Ax bilbilo ez heyrano
Min ne hêle ber deryano
Vê hêlînê xirab neke
Dil ne soje wek bûryano
Bilbil:
Delala min bihêle ez
Tewaf bikim çiya erez
Hêlîna xwe li ser deynim
Sonda mine ev e teqez
Ez:
Ax bilbilê minê koçber
Keyê minê ew taç li ser
Zu vegere ji bîr neke
Jiyana min neke heder
Dîsa payîz hat û dîsa me xatir ji hev xwest!
XELAT