Huner gor nêrîna min dayîna Xweda ye!

Huner gor nêrîna min dayîna Xweda ye!

Nivîs: Seyrana Celad

 

HUNER GOR NÊRÎNA MIN !

Huner gor nêrîna min dayîna Xweda ye!

Xweda yê mezin hunermendan hilbijartye ku ruhê mirovan dû-dermankin bi hunerên pîroz va.

Huner şeklê hişmendiya civakî ye, cûreyek xebata afirandinê, ya mirovî û çanda giyanî ye, rêyek yekta ya naskirina rastiyê ye. Huner ji aliyê karakteran va, refleksa diyardeyên va bi estetîkên ronîkirina rastiyê ye.

Her hunermend xwe di şaxên hunerê, yên cûda da dibîne û ew bedewî, ku dibîne pêşkêşî kesên din dike. Huner diyardeya hest û rewşa derûniya mirovan e. Cûreyên hunerê şano, fîlm, stiran, mûzîk, wênekêşî, mîmarî, reqas, dengbêjî, wêje, televîzyon, hunerên xemilandî û sepandî ne.

Li gorî hin ramanweran, mûzîk forma herî bilind a hunerê ye, ji ber ku fersendê dide ku rasterast lihevhatin, bilindahî û bê dawîtiya gerdûnî were hîs kirin, bêyî ku serî li alîkariya axaftinê bide ku nûnerên neteweyên cihê ji hev vediqetîne. Kilambêj girêdayî helbestvana ne, heger hîs û hest di dilê helbestvana da newalide stiran çênabe. Her huner gerekê biafire ji ruh.

Edebiyat bi rêya axaftinê vehilberîna hunerî ya rastiyê ye. Şirovê her huneran em dikarin rakin holê û gor giyanê hunermendan ser niqaşan bikin.

Ya herî girîng ew e, ku çawa hunermend karê xwe ye pîroz pêk tîne û nirxên giyan radike holê. Netewa me gelekî jîr û zana ye, her dayîkeke me afrînare, ji ber ku di cîh da disêwirînin û hestê xwe tînin ziman, bes ew têra me nake, gerekê em hewl bidin bi pirofesyonal ev huner pêş bixin, ber bi sîvîlîzasya va biçin, ser sehnê bilind, li cîhanê da nirxên netewî nîşan bidin.

Şikir hene hunermend hunera xwe çawa hewceye radkin holê û îzbat dikin, ku kurd xwedyê çanda bê hempane, lê hene jî ku ew dayîna  Xweda, nirxên dil û giyanê xwe yên pîroz rast bi kar naynin, çi jî min diêşîne. Hunermendên hêja raste em rewşeke xetar da dijîn, aborî ne başe bi zor û zehmet nan tê qazenc kirin, ji me hene kes, ku bi hunera xwe didebire, bila wisa be, lê huner gelek madîva girênedin, wekî em bi wijdan nêzî karê xwe bin, bawar bikin çara her tiştî wê hebe, her tenê şîn û şaya va hunerên xwe nîşan nekin, ji bo pêşerojê bifikirin, nav û hunerên xwe ser rûpelên dîrokê binvîsin û şopa xwe bihêlin.

Netewa hunerê tûne, hunermend tevî hunermendên miletên biyanî hevkar dikarin karên xwe pêşxin û bangaweziya aşityê û wekheviyê bikin. Heman demî ya ewil bifikirin ji bo çand û dîrokê, piştra bi ked û hunera xwe ye pîroz va bi îsaf dewlemend bin.

02.03.2024s.

Huner bi vê cûreyî gerekê bibe û pêşkeve, di vê koma serkeftî da Nure Dlovani ya hêja jî cêh xwe ye teybet girtye.

XELAT