Serok Mam Celal... Rûmeta Miletekî

Serok Mam Celal... Rûmeta Miletekî

Îro 3/10/2024 salvegera 7`emîn a koça dawî ya rûmeta gelê Kurd serokê rewanşad Mam Celal Talebanî ye.

Bi vê boneyê çîn û texên Kurdistanê serdana mezara Mam Celal dikin û baqên gulan li ser mezarê wî datînin û soz û wefadariya xwe didin nîşandan.

Gelawêj xanimê jî vê sibehê serdana mezarê Mam Celal kiriye û weha nivîsiye:  

"Ez bi girseya gel re çûm ser goristana Serok Mam Celal û min nehîşt hêsirên min bibarin. Belku min bîranînên we bi rûyekî biken anîne bîra xwe. Mamê Kurdan îro gelek mêvanên te hebûn. Ez bawer im yê ku ji ber çi sedemê nehatibû serdana we, di dilê xwe de ligel we bûye. "

Ji aliyekî din ve jî serkirde û aliyên siyasî ên Êraqê jî, salvegera malavayiya Mam Celal bi bîranîn û bi giringî behsa rola bi bandor û hakîmane a ji bo avakirina Êraqa nû dikin û balê dikşînin ser xebata Mam a ji bo demokrasî û çareserkirina pirsgirêkan û hemû li ser wê tekez dikin û dibêjin (Mam Celal hêza diyalog û çareseriyê bûye.)

Her yek li Serokê Şepola Hîkme (Emar Hekîm) , Rawêjkarê asayîşa netewî ya Êraqê (Qasim Erecî) , cîgirê berê yê serokwezîrên Êraqê (Beha Erecî), Serokwezîrê Êraqê (Mihemed Şeyya Sudanî), serokê parlemana Êraqê bi wekalet (Muhsîn Al-Mendilawî) bi boneya koça dawiya serok Mam Celal bêhî û serxweşiya xwe ragihandin.

 XELAT