Li Kerkûkê û deverên veqetandî gelê Kurd diçe ser sindoqên dengdanê

Li Kerkûkê û deverên veqetandî gelê Kurd diçe ser sindoqên dengdanê

Li bajarê Kerkûkê ji seat 7:00 sibeha îro duşemê 18/12/2023 gelê Kurd ji bo vegerandina nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê û deverên ji Kurdistanê hatine veqetandin ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehan berê xwe dane sindoqên dengdanê.

Li gorî zanyariyên ku komisyona hilbijartinê ya Êraqê û dezgeha hilbijartinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê belav kirine, hêjmara dengderên deverên ji Kurdistanê veqetandî, 4 milyon û 378 hezar û 282 dengderin, ku dike 1 li ser 3 dengderên giştî yên hilbijartinên encumena parêzgehên Êraqê ku bi giştî zêdetir li 15 milyon dengderin.

Deverên veqetandî ji bilî parêzgeha Kerkûkê bi giştî ku Kurdistaniye, li Musilê û Şengalê destpê dike û heta dighêje parêzgeha Selahedîn û Diyale û heta bi devera Xaneqînê.

Ji rojname û malpera Xelatê ya bi kurmancî hêviya me ewe ku gelê Kurd îro wê bi dengê xwe sindoqan kesk bikin û Kurdistanîbûna Kerkûkê û deverên veqetandî bipejirînin û serkeftinên mezin bi dest bixînin.

Îro gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê çavê wan li ser Kerkûkê û deverên veqetandî ye û bi hêvîne carek din bi dengê xwe kurdistanîbûna Kerkûkê bipejîrinîn. 

 

Ev peyaye welatiyekî Kurd yê Kerkûkê ye bi çavekî kelegirî û tije rondik û dilekî tije bang li xelkê Kerkûkê dike ku dengê xwe bidin Kurdistanîbûna Kerkûkê.

Xelat