Mam Celal yekem Serokomarê Kurd di dîroka Êraqê de

Mam Celal yekem Serokomarê Kurd di dîroka Êraqê de

Mam Celal yekemîn Serokomarê Êraqê ji netewa Kurd bûye, 19 sal biser hilbijartina rewanşad Serok Mam Celal Talebanî re derbas dibe, ku di 6 Nîsana 2005`an de piştî hilbijartina wî ji aliyê Encûmena Nûneran ya Êraqê, postê serok komariya Êraqê jêre hat dayînê, îrojî 19 sal bi ser wê roja dîrokî re derbas dibin.

Mam Celal ji serê çiyayên Kurdistanê bi tekoşîna Pêşmergatiyê jibo doza gelê Kurd destpê kir û xebat û tekoşîna xwe berdewam kir heta ku bû Serokomarê Êraqê. Serok Mam Celal bû yekem siyasiyê Kurd di dîroka Êraqê de ku postê serokê welat werbigre ji bo bi cih anîna armancên gelê Kurd, her weha yekem serokomarê hilbijartî ji aliyê Encûmena Nûneran a Êraqê ve di dîroka vî welatî de di çarçoveya destûra nû ya Êraqê de.

Her weha ji ber jîrbûn û lêhatîbûn û siyaseta hakîmane û lihevanînê û biratiya di navbera aliyên siyasî yên Êraqê de, Lêvegerê Bilind yê Şî`eyan (Ayatulah Elî Sîstanî) naznavê (Semam Eman) bexşî bi Serok Mam Celal.

Serok Mam Celal giraniyek xwe û rêz û hurmeta xwe di nava serokên cîhanê de hebû. hemû serokan şahîdiya wê yekê dikin ku (Mam Celal) kesayetiyekî karîzmatîk û siyasetmedar û dewletmedarekî mezin bû.

 

XELAT/Foto: PUKMEDIA