Dîdarek dostane derbarê peywendiyên gelê Kurd û gelê Aşûrî de
Dîdarek dostane Berpirsê Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK`ê) Stran Ebdûlah û Seîd Lahdo ji Rêxistina Aşûrî ya Demokrat li Sûriyê û Elî Şemdîn endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurd li Sûriyê li hev civandin.
Berpirsê Mekteba Ragihandina YNK`ê Stran Ebdulah li lapera xwe ya tora civakî belav kiriye ku, Şeveke xweş a biratî û dostaniyê ket dîroka peywendiyên gelê Kurd û gelê Aşûrî de.
Stran Ebdulah got: Di Hevdîtina li gel Seîd Lahdo ji Rêxistina Aşûrî ya Demokrat li Sûriyê û Elî Şemdîn ji Mekteba Siyasî ya Partiya Pêşveroya Kurd li Sûriyê gotûbêj li ser têkilî û bihevre jiyana gelan û olên herêmê, gazincên hemûyan ji hevûdu, xalên hevpar û nakok hatin kirin.
Amaje bi wê yekê jî kiriye ku, Piştre pirtûka kevn ya Mam Celal ya bi navê (Kurdistan û Tevgera Rizgarîxwaza Kurd) pêşkêşî mêvanê xwe yê Aşûrî kiriye.