Jinek Kurd dibe parlementera Brîtanya yê
Jina Kurd (Feryal Kilark), ku endama Partiya Karkeran ya Brîtanyayê ye, bo cara duyemîn dengê pêwîst bi dest xistin û karî kursiya parlemanê misoger bike.
Feryal Kilark, temenê xwe 45 salî ye û xelkê bajarê Meletî ya Bakûrê Kurdistanê ye, li ser bazina bakûrê Înfîld 21 hezar û 368 deng bi dest xistin û bo cara duyemîn bû bi endama parlemena Brîtanyayê.
Piştî hilbijartina wê û bi destxistina dengê pêwîst (Feryal Kilark) li ser platforma xwe ya taybet li (X`ê) ragihand, "ez spasiya wan kesan dikim ku bawerî dane min û deng dane min, cihê şanaziyê ye ku ew buye parlementera bazineya bakûrê Înfîld`ê."
XELAT