21 sal bi ser kiryara terorîstî ya 1 Sibatê re derbas dibin

21 sal bi ser kiryara terorîstî ya 1 Sibatê re derbas dibin

Roja 01.02.2004 di rûdaneke terorîstî de ku du terorîstan xwe gîhandin nava bajarê Hewlêrê û berê xwe dane du cihên cuda ku du baregehên hêzên siyasî kirin armanc.

Beriya 21 salan di 1ê Sibata 2004an de tawanek xwînî û planeke qirêj a terorîstan li dijî gelê me û xelkê berxwedêr yê Hewlêrê hemwext hat kirin, herdu êrîşên xwekujî ji aliyê terorîstên El Qaîdê ve li nav baregeha 3ê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê û liqê 2 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hatin encamdan.

Di encama herdu êrîşên hemwext a 1ê Sibata 2004an de, ku wê salê hevdem bû di yekem roja Cejna Qurbanê de 105 kes li herdu baregehên YNK û PDKê şehîd.

Kiryara terorîstî ya 21 sal berê li Hewlêrê ku melbenda YNK û liqa PDK  kiribûn armanc, ji bo gelê Kurd bi giştî şokek bû, ji ber ku ew karesat di yekem roja Cejna Qurbana pîroz de rûda ku di wî demî de dil û deruna gelên cîhanê tejî lêbordeyî û garden azadî bû lê dujminên mirovatiyê tawaneke weha mezin encamdan.

Di ew herdu êrişên terorîstî de xwîna bi dehan serkirde, kadro, pêşmerge û mirovên kurd dara aştî û yekrêziya gelê Kurd de hat rijandin.

 

XELAT