Siyasetvan Ebu Bekir Heledinî Xelata Kurmanca pîroz kir

Siyasetvan Ebu Bekir Heledinî Xelata Kurmanca pîroz kir

Duh roja çarşemê piştî bidawîbûna bernameya 12`ê nîvro yê rojnamevan mamoste Munîr Selîm Hewremanî, navborî li gel siyasetvanê kurd ê naskirî Ebu Bekir Heledinî serdana sekoya Kurmancî kirin.

Di wê hevdîtinê de, ku amadekar û pêşkêşkara bernameya Jiyana Kurmanca (Roşîn Serêkanî) jî amadebû, sernûserê Xelatê (Hozan Efrînî) pêşwaziyeke germ li mîvanan kir û derbarê damezrandina sekoya Kurmancî û malpera Xelatê û rojnameya Xelatê de zelalbûnek da.

Ji aliyê xwe ve jî, Siyasetvan û parlementerê berê ê parlemana Kurdistanê mamoste (Ebu Bekir Heledinî) pêngava damezrandina sekoya Kurmancî bi karekî girîng û watedar nirxand û pîroz kir.

Rêzdar Heledinî da zanîn ku, Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji berê û kevin ve girîngî dida bi zaravayê kurmancî, ev kar gelek nirxdare û cihê serfiraziyê ye û her pîroz be.

Xelat