Serokê YNKê serxweşî li Serokê PDKê kir
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya koça dawî ya (Zekiye Mela Mistefa) xwişka Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê kak Mesûd Barzanî, peyameke serxweşiyê şand.
Eve jî naveroka peyamê ye:
"Birêz kak Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Bi xem û xemgîniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya xanim (Zekiye Mela Mistefa) xwîşka we yê birêz bihîst. Ji bo ev xema mezin, em sersaxiyê li we û malbata we ya birêz û ezîzên xwedêjêrazî dikin û em hevkarê xema we ne. Ji Xwedayê mezin dixwazin ku eve nexweşî û xema we ya dawî be, dilovaniya Xwedê lê be û cihî wê biheşt be û Xwedê sebrê bide we û hemû kesûkarên we.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê"
Her weha li gorî malpera PUKMEDIA bi mebesta beşdarîkirinê li serxweşiya xwîşka Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî, Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî serdana Pîrmamê dike
XELAT