Hêjmarek welatiyên Êraqê ji Rojava û Sûriyê hatin vegerandin

Hêjmarek welatiyên Êraqê ji Rojava û Sûriyê hatin vegerandin

Ji Sûriyeyê û hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê 126 welatiyên Êraqî bo warên wan hatin vegerandin.

Hejmarek welatiyên Êraqî ku li navçeyên Serê Kaniyê, Girê Spî, Idlib, Ezazê bûn, vegeriyan malên xwe yên li Kerkûk, Nînewa, Selahedîn û Enbarê.

Wezareta Koç û Koçberan a Êraqê ragihandiye ku: 126 welatiyên Êraqî ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê bûn, ji deriyê Îbrahîm Xelîl li Zaxo vegeriyan Êraqê û biryare di rojên pêş de kerwaneke din vegerin.

Her weha ev vegerîna bi hemahengiya Balyozxaneya Êraqê li Tirkiyê, Konsulxaneya Êraqê li Gazî Entabê û ofîsa Duhokê ya Wezareta Veguhestinê ya Êraqê hat cîbicîkirin.

 

XELAT/ PUKMEDIA