Peyama Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî ji bo kongira Lozanê ya li Rojavayê Kurdistanê

Peyama Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî ji bo kongira Lozanê ya li Rojavayê Kurdistanê

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê Bafil Celal Talebanî ragihand, armanca YNK`ê zelale û dirêjpêderê siyaseta hakîmane ya Serok Mam Celal e, ku xwe di siyaseta piştevaniya Kurdan û piştgîriya xebata siyasî û sivîl de dibîne.

Eve jî naveroka peyama Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ye ku jibo kongireya Lozan ya li Rojavayê Kurdistanê birêve dice şandiye:

"Hevnîştimaniyên Xweşewîst

Silavekî Kurdane li we be

 Berya niha bi 100 salî bi bê amadebûna Kurdan û heta bi bê ku raya wan bê wergirtin , rêkeftin nameya Lozanê li dijî gelê Kurd hate îmza kirin. Rêkeftinek ku destpêkek bû jibo jinavbirina xewna demdirêj ya gelê Kurd û dabeşkirina axa me bi ser çar perçeyan de.

Bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurd hewl jibo birayetiya gelan û pêkvejiyanê daye, lê belê mixabin hertim bûyîne qurbaniya zulm û stema welatan. Hemû curên tundûtîjiyê li hemberî me hatiye kirin û hewla tunekirina ziman û nasnama me hatiye dayîn, lê belê nekû nekarîne me tune bikin belkû bi şoreş û xebata gelê me jibo serbilindiyê û serfiraziyê bihêztir bûye û wek çiyayên serbilind gelê me li ser piya maye ve.

Niha jî piştî ku 100 sal bi ser wê rêkeftinê derbas dibe û hemû wan qurbaniyên bi dirêjahiya dîrokê ku me dayî, divê ders ji dîrokê wergrîn û bi rihekî kurdane em xwe jibo pêşerojê amade bikîn, pêşerojek ku tenê bi yekîtî , yekbûn û birayetî em dikarîn misoger bikîn.

Pêkve jibo Kurdistana mezin û parastina nasnama xwe em xebat bikîn û cudahiyan bixîne xizmet armancên bilind, eve jî take rêye daku wek miletekî zindî û xwedî maf em dengê xwe bighînin cîhanê û berevaniyê li xwe bikîn.

Armanca Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê zelale û dirêjpêderê siyaseta hakîmane ya Serok Mam Celal e, ew siyaseta ku xwe di piştevaniya Kurdan û piştgîriya xebata siyasî û sivîl de dibîne , siyasetêk ku armanca wê serbilindiya Kurdan û bicî anîna armancên netewî û nîştimanî ya Kurde, bo vê yekê jî ez berê xwe didim hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî û dibêjim raste cudahiyên me zorin, lê belê ziman û axa me xalên hevbeşin ku me hemûyan dighîne hev û divê em biparêzîn.

Em ji hemû welatên cîhanê û cîranên xwe re jî dibêjîn, şer û nakokî ne bijardeya me ye û bi hemû awayî em red dikîn . Em dixwazin peywendiyên me di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind bi pêş bixîn û cîranekî baş bîn, lê belê em sazişê li ser mafên xwe yên rewa nakîn û bi hemû awayî berevaniyê lê dikîn. Nabe ji bîra me biçe ku Serok Mam Celal hertim difermuyî, (heta ku pirsgirêka Kurd li rojhilat neyê çareserkirin, aştî li navçeyê nayê cîbicî kirinÎ).

 Hêviya serkeftinê bo we dixwazim û şad û serfiraz bin

 Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê"

Sekoya Kurmancî