Ji `Kurdistanî Nwê` dosyeyek taybet ji bo 100 saliya Lozanê

Ji `Kurdistanî Nwê` dosyeyek taybet ji bo 100 saliya Lozanê

Rojnameya `Kurdistanî Nwê` rojnameyekî siyasî giştiye ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê derdixe û navenda wê li Bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ye di hêjmara xwe ya nû de ku roja sêşemê 18/7/2023 weşandiye, dosyeyek taybet bi 100 saliya Lozanê belav kiriye. Dosye ji 12 rupelan pêk tê ku têde çendîn babet û gotarên cuda hatine nivîsandin derbarê peymana Lozanê û bandorên wê di saliya borî de her weha qonaxa piştî sed saliya Lozanê û pêşeroj û çarenivîsa Kurd di 100 saliya nû de. 

Di rûpela dawî ya dosyeyê de xwendinek li ser pirtûka bi navê Peymannameya Lozanê (peyman nameya aştiyê digel Tirkiyê) hatiye veqetandin ku ji aliyê nivîskar (Brwa Star) ji zimanê Erebî wergerandiye zimanê Kurdiya Soranî . Brwa Star dibêje, armanca ji wergerandina peyman nameya Lozanê bo zimanê Kurdî ya şêrîn daku sûd ji şaşitiyên dîroka derbasbûyî werbigrîn û nehêîln biryarên wê peymanameyê bi pêşve biçin.

Sekoya Kurmancî