Gelawêj Xanimê dengê xwe da Kurdistanîbûna Kerkûkê
Gelawêj Xanimê dayîka Hêro xan û hevjîna ronakbîrê mezin yê Kurdistanî rewanşad Îbrahîm Ehmed îro danê sibê 18/12/2023 digel keçka xwe Hetaw Îbrahîm Ehmed dengê xwe da Kurdistanîbûna Kerkûkê.
Gelawêj Xanê piştî dengdanê daxwaz ji hemû welatiyên bajarê Kerkûkê û derdora wê kir ku bi zûtirîn dem biçin ser sindoqên dengdanê û dîrokeka nû ji bo Kurdistanîbûna Kerkûka xweşwîst tomar bikin.
Gelawêj Xanimê got jî: Kerkûka xweşewîst di rewan û wîjdanê hemû kurdekî nîştiman perwer daye û ji bo wê jî xelk bi kelecan û coş diçin ser sindoqên dengdanê.
Xelat/ Foto: Mihemed Yûsif