Xwendekarên Kurd li ser asta Sûriyê yekem derçûn

Xwendekarên Kurd li ser asta Sûriyê yekem derçûn

Encamên xwendina serekî ya sala 2023 ji aliyê rêveberiya perwerdeya hikûmî ya Sûriyê hate ragihandin û li parêzgeha Helebê û Hesekê 3`ê xwendekarên Kurd di xwendina serekî pola (9`ê) de yekem derçûn li ser asta Sûriyê.
Keça Kurd (Dilaza Azad Tobal Hemo) ji Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi pileya 310 ji 310`an pileya yekem li ser astê Helebê û Sûriyê bi giştî bi dest xist. Dilaza Azad Tobal Hemo ji gundê Mereskê ya ser bi bajarokê Şeran ya Efrînê ye.
Li parêzgeha Hesekê jî her yek ji (Ehmed Fewaz Îsa) li bajarê Qamişlo û (Esîl Fereh Xelef) li bajarê Hesekê pileya 310 ji 310 bi dest xistin û bûne yekem li ser asta parzêgehê û Sûriyê bi giştî di encamên xwendina serekî ya pola (9)ê de.

Sekoya Kurmancî