Mihricana Osman Sebrî 16 pirtûkên helbestan nirxandin

Mihricana Osman Sebrî 16 pirtûkên helbestan nirxandin

Di Mihricana Osman Sebrî ya wêjeyê de 16 pirtûkên helbestan hatine nirxandin, vê carê hem komîteya amadekar hem jî berhemên ku hatine, li ser asta Sûriye, Kurdistan û derveyî welat bûne.

Mihricana îsal bi navê helbestvan û nivîskarê Kurd (Melayê Cizîrî) bûye. Hejmara berhemên ku gihaştine destê komîteyê 16 berhemin, ji wan 9 bi kurdî û 7 bi erebî ne. Berhem ên helbestvanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye, Bakurê Kurdistanê û derveyî welat bûne.

Amadekariyên xelatkirina 3 berhemên bi zimanê kurdî û 3 berhemên bi zimanê erebî tên kirin. Xelatên wan helbestvanan madî û çapkirina her şeş berhemanê wan e.

Helbestvan Kameran Simo di asta yekemîn de, Ebûd Mexso di asta duyemîn de û helbestvan (Medya Berekat) ku keça helbestvanê Kurd yê navdar Merwan Berekate di asta sêyemîn de bi ser ketin.

Her wiha helbestvanên ku helbest bi zimanê erebî nivisîbûn û hêjayî xelatkirinê hatin dîtin (Mehmûd Ebdo, Ebdulbarî Ehmê û Diyaa Iskender) bûne.

 

 XELAT